‘’Teqan, teht û zinar bi para me ketin; lê me ev der veguherandin welatê çand û şaristaniyê.’’ Ev hevok, puxteya têkoşîna pêşketina gelemperî ya neteweyekê ye ku digel hemû zorî, zehmetî û şertûmercên xwezayî yên dijwar bûye yekwucûd û gihîştiye armanca xwe. Ne madenên wan hebûn ne jî erd û axa wan a berhemdar; dewlemendiya wan a mezin dibistanên wan bûn. Di van dibistanan de mîna ku avê bidin ber polayî, hiş û giyanê zarokên xwe hêvisandin û bi pêşengiya çend rewşenbîrên xwe yên bi qasî tiliyên destan ji welatekî teqanan, teht û zinaran welatekî çand û şaristaniyê yê ji her hêlê ve pêşketî ava kirin. Mirov dikare bibêje ku ev berhema giranbiha ji bo netewesaziya gelên bindest an jî ji bo neteweyên ji trêna pêşketinê paşdemayî rêbereke hêja ye. Lewra mîna mîmarekî mahîr di hiş û dilê mirov de hişmendiyeke netewî ava dike û hestên wekî xîret û hemiyetê biperwaz dike. Welatê Sosinên Spî Fînlanda, çîroka pêşketin û hevkariyeke wisa ye ku dê her netewe di vê berhemê de ji dîroka xwe rêçan bibîne.