“Li navçeyê tim tim behsa înciyek mezin dikin. Behsa çawaniya dîtina wê ya ewilîn, di dûv re çawaniya wendabûna wê dikin. Behsa Kinoyê masîvan, jina wî Juanna û zarokê wan Coyotito dikin. Çîrok ewqas hatiye dubarekirin ku êdî di hişê herkese de cih girtiye. Wek çîrokê din yên di dile mirovan de cih girtine div ê çîrokê de jî tenê baş û xerab, reş û spî heye navbera wan tune. Heke ev çîrok metelokek dersgirtinê be belkî herkes li gor xwe dersek jê digire, jiyana xwe li gor vê çîrokê şîrove dike. Nêse li navçeyê wiha dibêjin ku…”
Înciya ku ji metelokek Meksikayiyan hatiye sûdwergirtin, çîroka Kinoyê xizan ê ku li gundeki ku demek dewlemendiyên mezin daye ralê spanyayê û malbata wî vedibêje. Ew înciya bêhempa ya ku Kino bi hêviya xelaskirina zarokê xwe xwe davêje nava behrê û derdixe, ne tenê hêviyê di heman demê de ruxandinê jî bi xwe re tîne. Heqîqeta înciyê; strana înciyê ku di guhê Kino de olan dide, din ava navçeyê de belav dibe, tev li heqîqeta; malbatê, xerabiyê, hêviyê, û neyartiyê dibe.