Di zemanekî de Qralekî qure û jixwehez hebû, Wî ji cil û bergan gelekî hez dikir. Hemû mal û milkê serayê li ser cil û bergan xerc dikir. Ew kengî biçûya derve, li seraya xwe merasîm dida çêkirin. Dema biçûya şanoyek yan şahiyekê hemû bala wî li ser cilên wî bû. Tenê bi cilên xwe eleqedar dibû. Welatiyên wî ne di bîr û bala wî de bûn. Wî dixwest her kes pesnê bedewbûna wî bide. Ji nîşandana cil û bergên xwe pêve li tiştekî din nedifikirî.